24 Nisan 2019 Çarşamba

Heyva Windabûyî

Şeveke dereng, ku ne îstismarkirî ez diçûm malê. Ez li rawestgehê daketim û bavê min li min geriya. Em ji zû ve ji hev xeyidî bûn lê piştî hilbijartina em li hev hatin. Êdî min jî wek kurekî xwe dihesiband. Ez kêfxweş bûm û min got erê bavo ez daketim, niha li rawestgehê me.

Otobez sekinî û deriyê wê hêdî hêdî vebû, ez daketim. Min berguhkê xwe ji guhê xwe derxist û xist bêrîka çaketê xwe. Bêhna gîyayan û bihara ku roj bi roj nêzîk bê dihat. Ji nişka ve dengek ecêb hat guhê min, min got qey yekî gazî min kir, li derdora xwe nêrî lê min tu kes nedît.

Bi rastî piçekî tirsîyam. Dem gihîştibû nîvê şevê û ji xeynî tava heyvê tu ronahî li derdorê tune bû.

HEYV?

Min çavên xwe qenc vekirin, li esmên gerand lê min heyv nedît, tenê ronahiya lambeyên kolanê xuya dikirin. Ez hinekî ji dar û avahiyan dûr ketim ku heyvê baştir bibînim.

Lê tê bê qey heyv bû derzî û winda bû. Wek niha tê bîra min ku doh heyv bi hemû ezameta xwe li esmên daliqandî bû. Û ne tiştek biçûk jî bû; heyva çardeşevî bû. Lê dîsa ne xuya bû. Naxwe çi bû ji vê heyvê, çû ku? Ez ecêbmayî mam û min berê xwe da malê. Derdên min besî min bûn.

Ez ji bexçê derbas bûm, mifta xwe ji bêrîka xwe derxist û xist qulika derî. Cara pêşî venebû, min dîsa ceriband û dengekî got çirt û derî vebû. Hêdî hêdî ji pêlekanan daketim çala/mala xwe a binê erdê. Hişê min li ser heyva windabûyî bû. Min deriyê din jî vekir û ketim hundir.

Bêhna nanê qemirî ji hundir dihat. Min sola xwe a paçikî rakir, danî kêlekê û derbasî bihuşta/pirtûkxaneya xwe bûm. Hevalê min çay çêkiribû û di ber re nanê tenûrê dixwar. Min silav dayê û li cem rûniştim. Îskanek zêde hebû, min çayek dagirt û behsa heyva windabûyî jê re kir.

Ew jî şaş ma (yanî ji min re wanî got) lê ne bawerim ku ewqas bala wî kişandibê. Ew bêhtir li pey nan û çaya xwe bû. Min jî nedixwest zêde serê wî bi vê meselê biêşînim. Rahişt çayê xwe û derbasî aliyê din bûm. Pirtûka ku min dixwend ji çentê xwe derxist û dest bi xwendinê kir.

Ez ji zû ve heyranê Harukî Murakamî me. Min hemû pirtûkên wî yên ku hatina wergerandin xwendibûn. Tenê yek mabû; Kuştina Fermandêr. Pirtûkek têra xwe stûr bû. Min rûpela 300î vekir û ez veciniqîm. Heyva ku ez li digerîyam di nîvê orta pirtûkê de bû. Ez heyirî mam û gotin sar bûn.

Roja ku pêxember heyv kir du şiqan ez li wir bama encax ewqas şok dibûm. Min gelek tişt ji Murakamî hêvî dikir lê qet nedihat bîra min ku wê heyva me a li esmên daliqandî bidizê. Min bi hêdîka heyv ji nav pirtûkê derxist û di pacê re firand esmên. Êdî heyv azad bû. Bijî azadî!